Îtîlaf pabendî agirbestê dibe
Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê piştgiriya xwe ji bo biryara agirbestê raghand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê piştgiriya xwe ji bo biryara agirbestê raghand.
Îtîlafa niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew piştgiriya wê rêkeftina Rûsî û Amerîkî dikin. Herwiha daxwaz ji Rûsyê, Amerîka û Netewên Yekbûyî kir ku, garantiyên zelal derbarê cibicîkirina xalên rêkeftinê pêşkêşî wan bike.
Herwiha Îtîlafê daxwaza peydakirina mîkanîzmên çavdêriyê di bin serpereştiya aliyên bêlayene kir, ji bo cibicîkirina wê rêkeftinê.
Îtîlafê di daxuyaniya xwe de ragihandiye jî, ku yekîneyên çekdar yê opozîsyonê yên bi navê Artêşa Azad dê pabendî wê rekeftinê bibin, lê di her êrîşeke li ser wan de, ewê bersivê bidin.