Cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîka li gel Barzanî dê kom bibe
Cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê Antonî Bilînkin serdan a Herm a Kurdistanê dê bike û bi serok Mesûd Barzanî re dê kom bibe û pirs a harîkarî zêdtir ji bo Pêşmerge û penaberan behs bike.
K24- Hewlêr
Cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê Antonî Bilînkin serdan a Herm a Kurdistanê dê bike û bi serok Mesûd Barzanî re dê kom bibe û pirs a harîkarî zêdtir ji bo Pêşmerge û penaberan behs bike.
Biryare evro dê bigehe Bexdayê û bi serok wezîr ê Îraqê re Heyder Ebadî û hinek berpirs ên din ên Îraqê re bicive û şerr ê Daişê û operasyûn a rizgarkirin a Îraqê dê gêngeşe bike.
Li gor ragehandin a wezaret a derve ya Emerîkayê biryare roj a Pêncşembîyê , cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê, serdan a Hewlêrê bike û li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kom bibe û pirs a şerr ê Daişê û harîkarî ya hêz ên Pêşmerge û daxwazî yên penaber ên hindûrî gêngeşe bike.