Kirmlîn: Bêdengîya çekan li Suryayê ûmêd bexşe

Koçka serokatiya rûsyayê (Kirmlîn) ragihand ku agirbest li hemû dir ên Suryeyê nehatîye bicih kirin, lê di 24 demjimêr ên burî de bêdengîya çekan ji bo çareserkirin a kirîz a Suryeyê hêviyan geş dike. Rûsya herwiha diyar kir ko li Suryeyê êdî pêwîst e ji bo cudakirina komên terorîst ji Opozîsyonê xebat were kirin.

K24- Hewlêr

Koçka serokatiya rûsyayê (Kirmlîn) ragihand  ku agirbest li hemû dir ên Suryeyê nehatîye bicih kirin, lê di 24 demjimêr ên burî de bêdengîya çekan ji bo çareserkirin a kirîz a Suryeyê hêviyan geş dike.

 Herwiha Rûsyadiyar kir ko li Suryeyê  êdî pêwîst e ji bo cudakirina komên terorîst ji Opozîsyonê xebat were kirin.

Li gor netewên yekbûyî jî agirbest a li Suriyeyê piştî  ko cîbecî bû, asta şer û pevçûnan bi rêjeyek berbiçav kêm bûye. Lewra  li gel pêvajoya agirbestê û kêmbûna şerrî, ew hêvîdain şandin a alîkariyên mirovî di demek nêzik de destpê bike.