Barzanî: Heke rêkkevtin a sîyasî nebe şerr rizgarkirin a Mûsilê jî nabe

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, ragehand pêdivîye rêkkevtinek a berdem bo kontirolkirin a Mûsilê û hoşdarîyê jî dide ku heke rêkkevtinek a sîyasê nebe, şerr ê rizgarkirin a Mûsilê jî nabe.

K24- Hewlêr

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, ragehand pêdivîye rêkkevtinek a berdem  bo kontirolkirin a Mûsilê û hoşdarîyê jî dide ku heke rêkkevtinek a sîyasê nebe, şerr ê rizgarkirin a Mûsilê jî nabe.

Di dîdarekê de li gel rojname ya Lomond Firansayî,  Barzanî li ser pirs a şerr ê Mûsilê ragehand: Heya niha hêz a Pêşmerge, Hêz ên Îraqî û çekdar ên  dever ên Sûnneyan pişkdarîyê dikin, lê bo pişikdarî ya Heşd a Şeibî, divê pirs a xelk ê deverê bihê kirin. Herweha Barzanî xuya jî kir ku Pêşmergey nevêt biçe di nav Mûsilê de û heke biçe jî têde navemîne.

Barzanî li ser pişikdarîkirin a supayê Turkîyayê aşkera kir ku supayê Turkîyayê pişkdarîyê di operasyûn a rizgakirin a Mûsilê nake.

Li ser encamdan a rifandomê û arîşe yên sîyasî yên hindûr Herm a Kurdistanê, Barzanî got: Pirs a rifrandomê û serxwebûn a Kurdistanê peywendî bi arîşe yên hindûrî yên partêyan ve nîne û ev herdû pirs nabe ji hev bihê cuda kirin.