Emerîka bi 181 milyon Dolaran harîkarî ya mirovî ya Îraqê dike

Piştî serdan a Antonî Bilînkin, cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê bo Bexdayê û civîn a wî li gel Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê, wezareta derve ya Emerîkayê di daxuynîyeke nivîsî de ragehand: Emerîka 181 Milyon Dolar ên din wek harîkarî yên mirovî dê bide Îraqê.

K24- Hewlêr

Bi evê yekê jî ko ya harîkarî yên mirovî bo Îraq digehe yek milyar û 100 milyon dolaran.

Di wê daxuyanîyê de hatîye pişkek ji wan harîkarî yên mirovî ber hikumet a Herêm a Kurdistanê dê bikeve, ji ber ku hijmarek mezin a koçberan ki Herêm a Kurdistanê hene.