Saroxan: Greva birçîbûnê ne bi awayekî cidî ye
Serokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cizîrê radigihîne, ENKSê beşeke ji Îtîlafa Niştimaniya opozîsyona Sûriyê ye, ku bi hikûmeta Tirkiyê re şerê wan dikin. Greva birçîbûnê ne bi awayekî cidî ye.
K24 – Qamişlo
Serokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cizîrê radigihîne, ENKSê beşeke ji Îtîlafa Niştimaniya opozîsyona Sûriyê ye, ku bi hikûmeta Tirkiyê re şerê wan dikin. Greva birçîbûnê ne bi awayekî cidî ye.
Serokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan ji K24ê re ragihand ku, girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, ji ber ku karê wan ê li dijî zagonên Rêveberiya Xweser hatine girtin.
Saroxan da zanîn ku, ENKSê beşeke ji Îtîlafa Niştimaniya opozîsyona Sûriyê ye û bi hikûmeta Tirkiyê re şerê wan dikin û greva birçîbûnê ya ku niha ji aliyê Encûmena Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ve bi rê ve diçe ne rewa ye û ew kesên bi vî karî radibin dizanin ku, serkirdeyên wan gunehbar in û dê li Dadgeha Gel li gorî yasa û zagonên Rêveberiya Xweser werin cezakirin.
Saroxan got, nabe her kesek bê girtin, li dijî xelk têkevin greva birçîbûnê yan meş û xwepêşandanan bikin. Ez bawer dikim ev greva birçîbûne ne bi awayekî cidî ye, herwiha milet li dijî Rêveberiya Xweser germ dikin.