Şandeke Til Temirê serdana çalakiya greva birçîbûnê dike

Gireve birçîbûnê ya Encûmena Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê di roja çaremîn de berdewam e, Hijmarek ji endamên rêxistina Til Temir ya Partiya Yekîtî ya Kurdî (PYKS) li Sûriyê bi armanca bilindkirina moralên çalakvanan, tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.

K24 – Qamişlo

Gireve birçîbûnê ya Encûmena Xwecihiya Rojhila Qamişlo ya ENKSê di roja çaremîn de berdewam e, Hijmarek ji endamên rêxistina Til Temir ya Partiya Yekîtî ya Kurdî (PYKS) li Sûriyê bi armanca bilindkirina moralên çalakvanan, tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Nêzîkî 20 endamên Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya Rojhilatê Qamişlo, ji roja yekem ya cejna Qurbanê ve, dest bi greva birçîbûnê kirin, weke çalakiyeke aştiyane li dijî girtina hejmarek ji serkirde û endamê ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve.

Ji aliyê tendirustî ve, heta niha rewşa çalakvanan baş e û moralên wan bilind in û hejmara wan roj bi roj zêde dibin.

Fly Erbil Advertisment