Bo car a yekê di dîrokê de kiçek a Kurd dibe balyoz a Netewe yên Hevgirtî
Netewe yên Hevgirtî bo car yekê di dîrok a xwe de kiçek a Kurd wek balyoz a xwe destnîşan dike.
K24- Hewlêr
Netewe yên Hevgirtî bo car yekê di dîrok a xwe de kiçek a Kurd wek balyoz a xwe destnîşan dike.
Nadîye Murad, ku di mêdya yên cîhanê de bi Kiç a Kurdistanê hate nasîn piştî rizgarbûn a wê ji destê Daişê, nbûye stêrek a dîyar di warê berengabûn a sitem, zordarî û destdirêjîyê bo ser jinan û berevanîkirinê ji maf ên pêkhate yên olî.
Nadîye Murad, piştî dagîrkirin a Şengarê, li 3yê/ Tebax a 2014yê mîna kenîzeyekê ji alîyê Daişê ve bazirganî pê hatibû kirin, piştî rizgarbûn a wê jî li ser ast a cîhanê gelek serok, mîr û şah ên welatan pêşwazî lê kirin û li pêşî ya civat a asayîş a nêvdewletî jî de li 16 Îlon a 2015yê, dîterî ya xwe li ser tawan ên Daişê pêşkeş kir.
Di îalakî ya xwe ya dawîyê de, , li 21 Xizaran abur, Nadîye Murad li pêş Civat a Nwêner ên Emerîkayê behs a wan belengazî yê Êzdîyan kir ku bi sedem a daişê hevrûşî wan bûne û daxwaz ji Emerîkayê kir ku hewl ên xwe bide bo paraztin a Êzdîyan.
Bi amadebûn a Ban Kî Mûn, sikrtêr ê Netew yên Hevgirtî û balyoz ên hijmarek a welat ên Cîhanê, merasîmek, dê bihê encamdan û naznav ê Balyoz a nîyazpakîyê dê bindin Nadîye Murad.
Govar a Tayim Emerîkayî jî Nadîye wek yek ji 100 kesatî yên giring ên salê destnîşan kir, herweha ji alî yê Îraqê ve Nadîye Murad hat kandîd kirin bo wergirtin a xelat a Nobil a taybet bi Aştîyê.


