Termê 3ê şervanên Amerîkî gehiştine Amerîkayê
Her sê şervan di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê hatibûn kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Termê şervanên Amerîkî ku, berî niha ligel Yekîneyê Parastina Gel(YPG) şerê li dijî DAIŞê dikirin û şehîdbibûn gihiştin Amerîkayê.
Li gor medyaya Amerîkayê termê her sê wan şervanên bi navê Ciwan Firat (Jordan Andrew), Amed Kobanê (Well Savaj) û Agir Şervan (Livi Jonasin Shirli) ne piştî nîvro giheştin firokxaneya bajarê Şîkaxo yê Amerîkayê.
Li gor malbatên wan şervanan dabûn zanîn ku, YPGê ew agehdarkirbûn ku, ew şervan di meha Tebaxa borî de di şerê kontirolkirina bajarokî Minbicê hatibûne kuştin.
Li gor zanyariyan, Tirkiyê ji ber ku, YPG weke rêxistineke terorî dibîne rê neda termê wan şervanan bi rêya deriyê sînorî pêşxabûr di 30ê Tebaxa borî de derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn û bi rêya firokxaneya Silêmaniyê bo Urdinê hatibûn veguheztin û ji wir ber bi Amerîkayê ve çûn.