Wezîrê ragehandina DAIŞê hate kuştin
Di 7ê vê mehê de di operasyonekê de hate kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergiriya Amerîkayê kuştina Wezîrê ragehandina DAIŞê di operasyonekê de ku, di 7ê vê mehê de hatibû encamdan ragehand.
Derbarê kuştina wezîrê DAIŞê Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê Pîter Kok di kongireyekî rojnamevanî de daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de li bajarê Reqayê Wezîrê ragehandina DAIŞê bi navê Waîl Adil Hesen Selman Feyaz bi Diktor Waîl naskiriye hate kuştin.
Kok da zanîn ku, ew operasyon di 7ê vê mehê de li bajarê Reqayê hatibû encamdan.
DAIŞê bi armanca gihandina nameya tundrewiya rêxistina xwe torên civakî yên Intirnêtê bikartîne taybet jî Tiwîter ku, her dem kurte vîdyoyên rêxistina xwe bi rêya intirnêtê belav dike.