Emerîka operasyon a rizgarkirin a Mûsilê di meh a dahatî dê dest pê bike

Koçk a Sipî ragehand: Barak Obama Serok ê Emerîkayê roj a dûşembî ya dahatî li perwêz a kombûn a Kom a giştî ya Netewe yên Hevgirtî li gel Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê dê kom bibe.

K24- Hewlêr

Koçk a Sipî ragehand: Barak Obama  Serok ê Emerîkayê roj a dûşembî ya dahatî li perwêz a kombûn a Kom a giştî ya Netewe yên Hevgirtî li gel Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê dê kom bibe.

Li gor nûçeyek a ajans a Royterz, rawêjkar ê asayîş a Netewe yên Hevgirtî ragehand: Obama û Ebadî şerr ê dijî Daişê, bi taybetî amadakrî yên operasyon a rizgarkirin a Mûsilê dê gêngeşe bikin ku dûyem bajêr a mezin a Îraqê ye û kel a wayê ya Daişêe ye li wî welatî.

Ji alîyekê dî ve kenal a CNN li ser zar ê berpirsek ê wezaret a berevanî ya Emerîkayê ragehandîye ku operasyon a kontirolkirin a Mûsilê di meh a ayînde de dê dest pê bike û amadkarî jî bo evê yekê hatîye kirin.

Ew kenal behs a hinrtin a hêzek a zêdetir dike bo hearîkarîkirin a supa yê Îraqê  li operasyûn a Mûsilê û rawêjkar ên Emerîkayê li enî ya pêşve yê şerr dê bin. Biryare jî  di roj ên dahatî de firoke yên Emerîkayê binke ya serbazî Geyare li başûr a Mûsilê bo operasyon ên xwe bikar bihînin.