Yekîtiya Ewropa:Divê 200 pasvan li ser sînorê Tirkiyê û Bulgariya bici bibin
dê bi 160 milyon euro alîkariya Bulgarîstanê bikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê Jean-Claude Juncker ragehand ku, pêwîst e 200 pasvan li ser sînorê Tirkiyeyê û Bulgarîstanê werin bicihkirin.
Juncker ligel Serokê Bulgarîstanê civînek çapemeniyê pêk anî û da zanîn ku, ewê di çarçoveya rêlibergirtina penaberiyê de 160 milyon euro alîkariya Bulgarîstanê bikin.
Junckerda zanîn ku, Bulgarîstan ji ber koça penaberan a ji ser Tirkiyê ve bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû maye û ev mesele bandorek mezin li ser Yekitiya Ewropayê jî dike.
Herwiha aşkere kir ku, bi armanca rê liber girtina koça penaberan divê ew 200 pasvan û 50 wesaît di nav bera Tirkiye û Bûlgarîstanê bicih bikin.