Wezîr ê ragehandin û zanîyarî ya Daişê hat kuştin

Wezaret a berevanî ya Emerîkayê, ragehand ku ji encam a burdûman a firoke yên cengî yên hevpeyman ên nêvdewletî li Suryayê li roj a 7ê vê mehê, wezîr ê ragehandin û zanîyarî ya Daişê hat kuştin.

K24- Hewlêr

Wezaret a berevanî ya Emerîkayê, ragehand ku ji encam a burdûman a firoke yên cengî yên hevpeyman ên nêvdewletî li Suryayê li roj a 7ê vê mehê, wezîr ê ragehandin û zanîyarî ya Daişê hat kuştin.

Pîter kok, gotebêj ê wezaret a berevanaî ya Emerîkayê(Pêntagon) ragehand: Firoke yên cengî yên wan li nêzîk bajar ê Reqqe ya Suryayê ku navnend a desthiatdarî ya Daişêye,  baregeh û ordî yên Daişê burdûman kirîne û di encam da Wayîl Adil Hesen Selman Feyaz, nasyayî bi Dr. Wayîl hat kuştin ku wek wezîr ê ragehandin û zanyarî ya Daişê kar kirîye.

Rêkxistî ya Daişê bo gehandin peyam tundrewî ya rêkxirawê, berdewam torr ên civakî li internêtê bikar hînaye , nemaze jî Twîter û tim girte yên Vîdyoyî yên rêkxistîyê belav dike bi rê ya wan tor ên civakî.