Li Sûriyê di 5 rojên borî de 50 kes hate kuştin
kuştî derveyî deverên agirbestê bûn.
K24-Navenda nûçeyan
Piştî ragehandina agibesta di navbera Rûsya û amerîkayê de li Sûriyê ku, di 12ê vê mehê kete warê cîbecîkirinê de 50 kes li deverên derveyî sînorê agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand ku, hejmara kuştia sivîlan ji aliyê rejîma Sûriyê ve li deverên derveyî agirbestê giheşte 50 kesan.
Herwiha Rewangehê da zanîn ku, gelek kesên din birîndarbûne û birîna gelek ji wan girane.
Di 12ê vê mehê her yek ji Rûsya û Amerîka agirbestek li Sûriyê ragehandin.