Amerîka binkeyeke rêjîma Sûriyê bombebaran dike
Firokeyên Amerîka binkeyeke artêşa Sûriyê li Dêrezorê bombebaran kir. Di encamê de 30 leşker hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Amerîka binkeyeke artêşa Sûriyê li Dêrezorê bombebaran kir. Di encamê de 30 leşker hatin kuştin.
Ajansa “SANA” ya fermî belav kir, berpirsên artêşa Sûriyê ragihand ku, firokeyên Amerîkayê binkeyeke leşkerî ya rêjîma Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de 30 leşker hatin kuştin.
Artêşa Sûriyê diyar kir jî, ku piştî bombebaranê, çekdarên DAIŞê ew binkeya leşkerî ya rêjîma Sûriyê kontrol kirin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di encama bombebaranê de 80 leşkerên rêjîma Sûriyê hatine kuştin.
Piştî ragihandina rêkeftin û agirbestê di navbera Amerîka û rûsyayê de, berpirsên pilebilind yên Rûsî daxwaza belavkirina naveroka rêkeftinê dikin, lê heta niha Amerîka razî nebûye û red dike belgeyên rêkeftinê bêne aşkerekirin.
Agirbesta Sûriyê roja yekem ya çejna Qurbanê 12 Îlonê kete ware cibicîkirinê. Herwiha Amerîka û Rûsya amadehiya xwe bo dirêjkirina agirbestê nîşan didin.