DAIŞê firokeya rejîma Sûriyê anî xwarê

Li bajarê Dêrazorê ew firoke anî xwar.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li bajarê Dêrazorê li rojhelatê Sûriyê firokeyeka Artêşa wî welatî anîn xwarê.

Derbarê ketina firokeyê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de tekez kir ku, firokevanê firokeya Sûrî ya ji curê Mêg canê xwe ji dest da.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa El-Amaq a ser bi rêxistina DAIŞê ragehand ku, îro çekdarên DAIŞê firokeyeke leşkerî ya rejîma Sûriyê li bajarê Dêrazorê anî xwarê.