Asayîşa Rojava endamekê PDK-S li Çilaxa girt

Heta niha çarenivîsa wî ne diyare.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê Endamê Partiya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Sebah Mela Ebdulkerîm girtin.

Derbarê girtina wî endamê PDK-S yek ji malbata wî tekez kir ku, dema Sebah Mela Ebdulkerîm bi otombîla xwe vedgera mala xwe li gundê Dêrûnê ser bi bajarokê Çilaxa ve ye ew girtin û ber bi bajarokê Girkê Legê ve birin.

Malbata Ebdulkerîn da zanîn ku, asayîşê ji wan re sedemên gietina kurê wan diyarnekirin û aşkere kirin ku, çarenivîsa wî heta niha ne diyare.

Tê zanîn ku, heta niha nêzî 45 endam û serkirdeyên PYD-S û ENKSê di zindanên Asayîşa Rojava de ne.