Serokwezîrê Îtalyayê pêşwaziya Nadiya Mûrad kir

Pirsa penaberan û alîkariya wan hate gûtobêjkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Italyayê Matyo Rênzî li pêşwaziya Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya Niyazpakiyê keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad kir, babetên civînê jî tawanên DAIŞ û alîkariya penaberan bû.

Di çarçoveya civîna Komela Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) de Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya Niyazpakiyê keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehandibû ku, civîna wê li gel Serokwezîrê Italyayê Matyo Rênzî derbarê pirsa penaberan û alîkariya wan bû.

Mûrad di daxuyaniya xwe de sipasiya piştgiriya Îtalyayê bo penaber kir.Herwiha parêzera Mafên Mirovan a Navdewletî Emel Kilonî li gel Nadiya Mûrad beşdarî civînê bûbû.

Di heftiya borî de keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad weke balyoza Neyazpakiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de hatibû destnîşankirin.

Fly Erbil Advertisment