Fermandar ê navendî ya hêz ên Emerîkayê pirs a rizgarkirin a Mûsilê li gel Barzanî gêngeşe dike

Ceneral Cozêf Votêl, fermandar ê navend a hêz ên Emerîkayê biyawerî ya şandek a bilind a serbazî û dîplomasî gehişte Hewlêrê û ji alî yê Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

K24- Hewlêr

Ceneral Cozêf Votêl, fermandar ê navend a hêz ên Emerîkayê biyawerî ya şandek a bilind a serbazî û dîplomasî gehişte Hewlêrê û ji alî yê Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Şand a Emerîkayê pirs şerr ê dijî tîrorist ên Daişê bi taybetî operasyon a bajar ê Mûsilê û amadekirî yên operasyon li gel serok ê Herêm a Kurdistanê gêngeşe dike ku berê çendîn kombûn ên sê alî di navber a  berpirs ên serbazî yên Herêm, Bexda û Hevpeymanan bo evê mebestê encam dabûn.

Balyûz ê Emerîkayê li Bexda û kunsulê wî welatî li Hewlêrê û gelek berpirs û rawêzjkar ên serbazî yên supa yê Emerîkayê endam ên şand a yawer bûn.