ENKS û berpirsên Brîtanyayê dicivin
Tê zanîn ku, şanda ENKS ji xanim Emîna Birîmo, Şêrko Zên Eloş û Ebdulrezaq Temû pêkdihat.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Brîtanyayê ligel berpirsê doseya Sûriyê û berpirsê doseya Kurdan di Wezareta Derve ya wî welatî de civiyan.
Di civîna ku, duh, di navbera her yek ji nûneratiya Ençûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS), berpirsên doseya Sûriyê û berpirsê doseya Kurdî li wezareta Derve de ENKS daxwazên gelê Kurd bo fedraliyê û çespandina wê daxwazê di destûra Sûriyê de gotûbêj kir.
Ji aliyê xwe ve rayedarên Brîtaniya tekezî li ser piştevaniya gelê Kurd kir, herwiha da zanîn ku, pêwîste çareseriyek bo kirîza Sûriyê were dîtin û mafê Kurdan di pêşeroja wî welatî de hebe.
Tê zanîn ku, şanda ENKS ji xanim Emîna Birîmo, Şêrko Zên Eloş û Ebdulrezaq Temû pêkdihat.