Şanek ji ENKS ligel ofîsa Mêrkel re civiyan
Babeta civînê rewşa Rojavayê Kurdisat û Sûriyê bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Şandek ji Ençûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi serokatiyê Serokê ENKS Ibrahîm Biro bi firank Hartman berpirsê doseya rojhelata navîn û Afrika û karmenda wî Daniyela Şilêgil ên ofîsa Şêwermenda Almanyayê Angela Mirkel re civiyan.
Derbarê wê civînê Endamê pêwendiyên Derve yê ENKS Siyamend Haco ji K24ê ragehand ku, ew ji aliyê ofîsa Mîrkel hatine vexwendin û da zanîn ku, babetên sereke yên civînê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû.
ji aliyê xwe berpirsên Almanyayê piştevaniya xwe ji ENKSê û girtiyên wê yên siyasî di zîndanên Asayîşa Rojava de nîşandan, herwiha aşkere kir ku, şanda ENKSê behsa belgeya opozîsyona Sûriyê ya ku, ji aliyê Destey Bilind a Danûstandinan li Lendenê pêşkêşkirî û nerazîbûna xwe ji rayedarên Almanyayê re anîn ziman.
Haco diyarkir ku, wan weke ENKS tekezî li ser mafê gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de kirin, herwiha sipasiya Hikûmeta wî welatî jî kirin.
Duh, jî nûneratiya ENKS li Brîtanyayê ligel berpirsê doseya Sûriyê û berpirsê doseya Kurdan li Wezareta Derve ya Brîtanyayê civyabûn.