Baroya Diyarbekirê nameya serdozgeriyê derbarê kuştina Elçî redike
Abdulah Çager amaje kir ku, pêvajoya lêpirsîna Elçî gelek hêdî dimeşe û ev yek jî ji bo wan dibe sedemê hizr û gumanan.
K24-Navenda Nûçeyan
Bangeştnameya ku ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê ve li ser bûyerên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê û li ser kujerên Serokê Giştî yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî amade kir, ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve hat redkirin. Rêveberên Baroyê amaje dikin ku kesên ji aliyê serdozgeriyê ve hatine angaştin, ne kujerên Tahîr Elçî ne.
Di bangeştnameya kuştina Tahîr Elçî ya ji aliyê Serdozgeriya Komara Tirkiyeyê ya Diyarbekirê ve hat amajekirin ku ji bersûcên bûyerên Sûrê, kesek bi navê Ekrem O. kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, kêlî bi kêlî şopandiye û ji wan 2 ciwanên ku direvin, ciwanê li pêş ê bi navê Mahsûm Gurkan bi yek guleyekê Tahîr Elçî Kuştiye.
Piştî vê bangeştnameyê, ji Baroya Diyarbekirê nerazîbûn hat nîşandan. Ji rêveberên Baroyê, Parêzer Abdûlah Çager amaje kir ku ew di lêkolîna xwe de rast li vê encamê nehatine û kesên direvin, ne kujerên Tahîr Elçî ne. Çager got ku, heger kesekî wisa heye û bûyerê bi çavên xwe dîtiye, çima ev 10 meh in îfadeya wî nehatiye girtin?
Abdulah Çager amaje kir ku, pêvajoya lêpirsîna Elçî gelek hêdî dimeşe û ev yek jî ji bo wan dibe sedemê hizr û gumanan.