HDKÎ encam ên şerr û pêkdadanek a rojhilat a Kurdistanê belav dike
Şora ya Nîzamî ya Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îran (HDKÎ)yê ragehand: Li dever a pîranşehir rokjihilat a Kurdistanê, şerr û pêkdadanek di navber a Pêşmerge yên wan û hêz ên Komar a Îslamî ya Îranê rûda.
K24- Hewlêr

Ew nûçe evro Şembîyê hat belavkirin ku dumahîn şerr ê Rojhilat a Kurdistanê ye li 18 evê mehê li dever a Pîranşehir di navber a avahî yên Gorr a Husên û Pirdanan rûdaye.
Got jî ji encam a wê şerrê de hijmarek a ji hêz ên Îranê hatin kuştin û birîndarbûn û Pêşmergeyek jî bi nav ê Rehîm Ebdullahzade nasyayî bi Rehîm Gerhulî bi dijawarî birîndar bibû û dûv re bi çend rojan can ê xwe ji dest da û ji alî yên Pêşmergeyan ve bi axê hat sipasrtin.