HDKÎ şerr li dijî Îranê bi pêdivî dizane

Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îran (HDKÎ)yê diragehîne bo paraztin a can ê wan Kurd ên li Îranê dijîn, dê berdewam bibe li ser şerr ê çekdarî dijî hêz ên asayîşî yên Îranê û evî şerrî bi pêdivî dizane piştî rêkkevtin a navokî ya Îranê û welat ên rojava.

K24- Hewlêr

Li gor nûçeyek a pişk a Farisî li Radyo ya VOA, Hesen Şerefî, sikirtêr Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê di çavpêkevtinekê de li gel ajans a Esoşeytîd Pirês ragehandye : Kurd li Îranê dihên girtin û eşkencdan û dihên zîndanîkirin û wan bo paraztin û berevanîyê ji wî xelkî, wan biryar daye li batî xebat a asayî, wan hebûn a li deverê hebe.

Got jî: Sitem û zor a ku li Kurd dihê kirin ji alî yê hikumet a Îranê bûye eger a wê yekê ku ew evê pêngavê bihavêjin.

Şerefî her di wê çavpêkevtinê de ku pişkek jê hatîye belavkirin, ragehand: Piştî rêkkevtin a navokî ya li gel Emerîka û Ewrûpayê, berpirs ên Îranê, weh xwe dibînin ku her karek bikin, kes li cîhanê rexneyê li wan nagirin. Lew xebat li dijî wan pêdivîye.