Tiltemir: Asayişa Rojava nivîsgeha ENKSê digire
Asayişa Rojava li bajarokê Tiltemirê, nivîsgeha Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girt.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava li bajarokê Tiltemirê, nivîsgeha Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girt.
Îro danê sibehê demjimêr 10:15 du otomobîlên Asayişa Rojava li bajarokê Tiltemirê bi ser nivîsgeha Xwecihiya ENKS ya bajêr de girtin û deriyê nivîsîngehê girtin, bi behaneya wernegirtina muhletê ji asayişê.
Li gorî Cîgirê Serokê Xwecehiya ENKSê ya Tiltemirê, berî demekê Asayişa Rojava daxwaza wergirtina muhletê ji wan kiribû, lê li gorî biryara ENKSê, ku ew ti muhletan ji wan nagirin.
ENKS dibêje, ku ew ne desthiladareke rewa ne û danpêdanê bi Rêveberiya Xweser û saziyên wê nakin.