Li Dihokê avahiyek hilweşî: Mirî û birîndar hene

Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand ku, li Dihokê îro piştî nîvro ji ber rûxandina avahiyekê welatiyekî canê xwe ji dest da û nêzîkî 10 welatiyên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand ku, li Dihokê îro piştî nîvro ji ber rûxandina avahiyekê welatiyekî canê xwe ji dest da û nêzîkî 10 welatiyên din jî birîndar bûn.

Berpirsê tîma Hawariya Tenduristî ya Parêzgeha Dihokê Heysem Ebdê ji K24ê re ev nûçe piştrast kir û got, niha tîmên wan mijûlî veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyê ne.

Herwiha niha tîmên Hawarçûnê û hejmarek welatiyan di nava avahiya rûxandî de digerin, heger kesekî din di bin avahiyê de asê mabe.

Heta niha sedema rûxandina wê avahiyê nehatiye zanîn.

 

Fly Erbil Advertisment