Nirxandina civîna Himêmîm di navbera TEV-DEM û ENKSê de

Piştî piştrastkirina lidarxistina civîneke veşartî di navbera nûnerên 9 partiyên Kurd û rêjîma Sûriyê de, hin siyasetmedar vê civînê weku gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî ji krîza Sûryê re dinerxînin, hin din jî dibînin ku, ev civîn tenê parvekirina erkan e û milet dê qurbaniyê bide.

K24 – Qamişlo

Bi navbênkariykê ji hin serkirdên leşkerî yên Rûsyayê civîneke girtî li bajarê Himêmîm yê bi ser parêzgeha Lazeqiyê ve di navbera nûnerên 9 partiyên Kurdî û rêjîma Sûriyê de hate lidarxistin. Piştî piştrastkirina lidarxistina vê civînê hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev hevdîtin gaveke giring e di aliyê çareserkirineke siyasî ji pirsa Kurd di Sûriyê de, û tekez dikin ku tevî ti encam ji civînê derneketine. lê ew geşbîn in ku di rojên tê de dê pêşketin di van têkiliyan de berdewam bin.

Ji aliyekî din ve hin siyasetmedar ti giringiyê nadin vê civînê û dibêjin ku, ne cihê wê ku bajarê Himêmîmê ye ti giringiya xwe ya siyasî tune ye û ne jî nûnerên rêjîmê xwedî biryar in, lê belê civîn bi berpirsên ewlehiyê yên rêjîmê re hatiye kirin.

Berpirsên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê didin zanîn jî, ku ti çareserkirin ji pirsa Kurdî re di Sûriyê de bêyî ENKSê nabe.

Di 19ê vê mehê de nûnerên 9 partiyên Kurdî bi awayekî veşartî bi şandeke rêjîma Sûriyê re civiyan û ta nuha navên van partiyan nehatine zelalkirin ku piraniya wan ji partiyên Tevgera Civaka Demokratî TEV-DEM'ê ne.