Çavdêrên Siyasî: Pirsa Kurd bûye Pirseke Navdewletî
Pêşbînî tê kirin ku, dê proseyeke nû destpê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji aliyekî ve karvedanên rewşa aloz ya piştî têkçûyîna proseya aştiyê, ji aliyê din de rewşa awarte ya pştî hewldana kutedayê didome. Lêkolîner û akademisyen radigihînin ku ji peydakirina rêyên aştiyê bêtir rêya ku bibe çareserî nîne û hewldan û banga Selahatîn Demirtaş ya rawestandina şer û çekan girîng dinirxînin.
Ji ber pêkhateyên li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê rewşa siyasî ketiye asteke xeter û bandorên xwe li ser hemû aliyên jiyana civakî dike. Lêkolînerên civakî û çavdêrên siyasî jî baldikşînin ku xitmandina rêyên siyasî û nebûyûna diyalogê her ku diçe encamdayînên xetertir jî peyda dike. Lê di nav hefteyên borî de, destûrdayîna ji bo malbata Rêberê PKKê Abdulah Ocelan wî bibîne, bangawaziya Selhatîn Demirtaş ya ji bo bê deng kirina çekan û serdana wî ya li Başûrê Kurdistanê gelo dê encamdayînên siyasî yên nû bi xwe re bîne an na me ji lêkolîner û çavdêrên siyasî pirsî.
Akademisyenê beşa siyasî ya Zaningeha Dicle Doç. Dr Huseyîn Şeyhanlioglû dazanîn ku, daxwazên HDP û PKKê pêwistî bi çek bikaranînê nake û ger ku çek rawestin bikaranîna rêyên demokrasiye jî dê hêsantir bibin. Şeyhanlioglû diyar kir ku, şer û dijberiyên ku pêktên ji tu aliyekî re tiştekî nayne û rêya diyalog û siyasî take rêya çareseriyê ye.
Derbarê vê yekê Dr. Huseyîn Şeyhanlioglû (Akademisyenê Beşa Siyasî yê Zaningeha Dicleyê) wiha dibêje:
"Yanî heger ku aştî pêk neye li Tirkiyeyê, ev şerê hanê dê me hamûyan berbixwe ve bibe. Ji aliye din de jî beşek ji Qandîlê, beşek jî ji nav dewletê heye ku dixwazî bibêje FETO, dixwazî bibêje Ergenekon an jî gladyon û Emerîka ferq nake, lê belê gefeke wisa jî heye."
Akademisyen û lêkolîner baldikşînin ku, çareseriya pirsa Kurd, niha ji meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê derketiye û buye mesleyeka heremî û navdewletî.
Mehmet Kaya Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle DÎTAMê jî ji Kurdistan24 re dazanîn ku, hewla kutedayê biserneket lê belê proseya piştî wê hewldanê weka ku bi serketibe tê birêvebirin û balkişand ku dewletên heremê hêj jî bi siyaseta paşverû ya li ser dijayetiya Kurdan didomînin.
Serokê DİTAMê Mhmet Kaya wiha bo K24ê li ser vê babetê axifî:"piştî ku rola HDPê ya li parlamentoya Tirkiyeyê hat betal kirin, ji wê parlamentoyê hat derkirin û zemîna ku pirsa Kurd bi diyalogê çareser bike nema, niha hewla ku çareseriya pirsa Kurd bi pêkanîna yekhelwestiya Kurdan berbi qada navdewletî ve bikşîne dide. Bi raya min destpêka wê hewldanê jî bi serdana Serokê Herema Kurdistanê û partiyên wir destpê kirin bizava di cîh de bû."
Navborî pêşbînî dikin ku dê proseyeke nû destpê bike, lê ew prose dê bi pêşketinên perçeyên din yên Kurdistanê re jî girêdayî bin. Loma jî kêmtirîn yekhelwestiya Kurdan ya ji bo stastuyekî girîng e.