Li Diyarbekirê17e mamoste hatin binçavkirin
Mamoste di xwepêşandanê de hatine girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê dema ku, komeke mamosteyên endamên Sendîqaya Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) xwestin xwepêşandanekê lidar bixin, ji aliyê polîsan ve rê li ber wan hat girtin.
Li gor Sendîqaya Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) Mamosteya ji bo ku balê bikişînin ser mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin, xwestin xeleka mirovan çêbikin,
lê polîsan destûr nedan û 17 mamosteyan binçav kirin.
Ji aliyê xwe polîsan bihiceta ku ev xwepêşandan dijî yasayê ye destwerdana çalakgeran kirin. Mamosteyên binçavkirî hin jî nehatine berdan.