Libnan: Xwepêşandanek li dijî girtina siyasetmedaran

Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şaxê Libnanê li dijî girtina serkirde û endamên ENKSê derket xwepêşandanekê.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şaxê Libnanê li dijî girtina serkirde û endamên ENKSê derket xwepêşandanekê.

Rêxistina PDK-Sê şaxê Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, li ser daxwaza Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ber avahiya Komisyona Bilind ya Yekîtiya Ewropayê derketin xwepêşandanekê, tê de kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Asayişa Rojava ya girtina serkirde û endamên ENKSê şermezar kir.

PDK-Sê di ragihandina xwe de û bi navê tevahiya kesên beşdar di xwepêşandanê de daxwaz kirin ku, dengên wan bigihe tevahiya rêxistinên navdewletî û partiyên Kurdistanî, da ku fişarekê bixin li PYDê, ji bo dev ji van kiryaran berde.

Herwiha xwepêşandaran daxwaza serbestberdana hemû girtiyên siyasî ji zindanên Asayişa Rojava kirin.