Li Colemêrgê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di dema derbasbûna otombêlek serbazî de bombe hat teqandin, di encamê de 3 leşker birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di dema derbasbûna otombêlek leşkerî de bombe hat teqandin, di encamê de 3 leşker birîndar bûn.
Şeva din, mayîna ku li ser rêya Çelê û Colemêrgê hatibû danîn, di dema derbasbûna otombêlek zirxpoş ya bi navê "Kobra" de hat teqandin. Li gor agahiyên destpêkê 3 serbaz birîndar bûn.
Piştî bûyerê firokeyên şer yên Tirkiyê sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li aliyê din, li navçeya Saray ya Wanê di trenê de bombe hat teqandin û lokomotîfê trênê ji rê derket. Di bûyerê de kuştî yan birîndar nînin.
Her wiha, operasyona ku beriya çend rojan li navçeyên Licê, Hezro, Hênê û Karazê yên Diyarbekirê dest pê kiribû berdewam dike. Li gor agahiyan cih bi cih şer û pevçûn rû didin. Di dema operasyonê daristanê gundê Helhelê yê Hezroyê hat şewitandin.