Li 18 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat rakirin

Qedexe ji 22ê vê mehê de hatibû ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derve ku li 18 gundên Diyarbekirê hatibû ragehandin, îro hat rakirin.

Parêzgariya Diyarbebikire bi daxuyaniyek nivîskî ragehand ku, qedexeya derketina derve ku 22'ê îlonê bo 18 gundên navçeyên Licê, Hêne û Karazê hatibû destpê kiribû, îro hat rakirin.

Piştî ragehandin qedexeyê, Artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonek berfireh kiribû.

Çavkaniyên herêmî jî ragehandin cih bi cih pevçûn derketiye û daristanên herêmê, ji pevçûnan zirar dîtine.