“Rûsya ne şerê terorê dike komkujiyan dike”
Balyozên Amerîka, Brîtanya û Fransayê di Netewên Yekgirtî de, ji ber êrîşên Rûsya li Sûriyê bi zimanekî tûj rexneyan li Rûsyayê digirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozên Amerîka, Brîtanya û Fransayê di Netewên Yekgirtî de, ji ber êrîşên Rûsya li Sûriyê bi zimanekî tûj rexneyan li Rûsyayê digirin.
Duh, Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê şer û tundûtûjiyê li Helebê civîneke awarte lidar xist, di civînê de jî Balyozên her sê welatan Amerîka, Brîtanya û Fransayê, Rûsya tuhmetbar kirin, ku li şûna li Sûriyê şerê terorê bike, komkujiyan dike, bi taybet jî li Helebê.
Balyoza Amerîkayê Samantha Power got: “Tiştê ku Rûsya li Sûriyê dike, ne şerê terorê ye, ew hovîtî ye. Li şûna ku aştiyê çê bike, Rûsya û Sûriyê şer çê dikin.”
Power got jî: “Li şûna Rûsya cane sivîlan biparêze, Rûsya û Esed karwanên alîkariyên mirovî û nexweşxaneyan bombebaran dike.”
Ji aliyê xwe Balyozê Rûsî Vîtalî Çorkîn Hevpeymaniya Navdewletî tuhmetbar kir ku, ew ti cudahiyê naxe di navbera opozêsyona miyanrew û teroristan de û got: “Anîna aştiyê bo Sûriyê, gelekî dijwar bûye.”
Herwiha gava Balyozê Sûriyê bo pêşkêşkirina gotarekê hate vexwandin, Balyozê her sê welatan Amerîka, Brîtanya û fransayê ji civînê derketin.