Rûsya bersiva Brîtanyayê dide
Di 12ê vê mehê agirbesta Sûriyê di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de hatibû ragihandin, di 19ê vê mehê de bi dawî bû.

K24-Navenda Nûçeyan
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova bersiva Brîtanyê dide û tûmetên Brîtanya ji welatê wê re redike.
Wezîrê Dever yê Brîtanyayê Porîs Conson di hevpeyvîneka xwe de li gel Radyo ya BBC re wiha gotibû: "Divê Topbarankirina karwanê alîkariyan li ber çav were girtin, ji ber ku, dizanîbûn ew alîkariyên sivîlane tevî wiha jî kirin armanc, ev yeke jî tawana şere."
Conson dabû zanîn ku, Rûsya yek ji sedemên dirêjkirina şerê li Sûriyê ye û ew welat rê nade, şer bi dawî were.
Ji aliyê xwe ve Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova li ser malpera xwe ya Tiwîterê bersiva Wezîrê Dever yê Brîtanyayê Porîs Conson da û ew daxuyaniyê wî rekirin.
Di 12ê vê mehê agirbesta Sûriyê di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de hatibû ragihandin, di 19ê vê mehê de bi dawî bû, piştî wê Artêşa Sûriyê û Rûsyayê dest bi operasyonên xwe li ser rojhelata Helebê kirin.