MOODYsê xaneya aborî ya Tirikiyê kêm kir

Li gorî vê nota krêdiyê ya dawîn Tirkiye di warê vebêrhanan de di qada cîhanê de daketa asta welatên spekulatîf.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî serdana Emrîkayê daxuyaniyên rexneyî yên Erdogan, MOODYsê xaneya aborî yanî nota krêdiyê ya Tirikiyê kêm kir. Ji Erdogan heta Yildirim li hemberî vê biryarê reaksiyon hate nîşndayîn û hate gotin ku ev kêmkirin li hem berî Tirkiyê helwesteke siyasî ye.

MOODY'Sê di meha Îlonê de derbarê Tirkiyê di şîroveyên ji hev cihê kirin. Di raporta 21ê Îlonê de hate gotin ku Tirkiyê ew aloziya aborî ya piştî hewla darbeya leşkerî bi hêsanÎ ji ser xwe avêrt. Lê di raporta xwe ya 23-24ê Îlonê de nota krêdiyê ya veberhêniyê ji Baa3 daxista Baa1ê. Li gorî vê nota krêdiyê ya dawîn Tirkiye di warê vebêrhanan de di qada cîhanê de daketa asta welatên spekulatîf.

Li hemberî vê yekê di serî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, du navên din ên giring di qada hikûmetê de wek Mehmet Şîmşek û Nurettîn Canîklî jî reaksiyonên tund nîşandan û ev helwesta MOODY'Sê wek helwesteke siyasî û bi meqsed binavkirin. Bînalî Yildirim jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 3 an jî 5 saziyên krêdiyê nikare Tirkiyê bixe hizayê.

Bînalî Yildirim - Serokwezîrê Tirkiyê

Kanî gotibûn "aboriya Tirkiyê ji wê şoqa 15ê Tirmehê zû derket" di dû rojan de çi guherî? Li kîjan welatê cîhanê li dû hev di çarîka 27an de mezinbûnek bi vî rengî peyda bûye? Em bawer nakin ku ev nirxandina MOODY'Sê bêalî be. Diyar e hinek derûdor li ser aboriya Tirkiyê operasyoneke îdarqî, têgihî dikin."

Li gorî aborînas Turgay Turker, aliyê herî giring ya hewla darbeya leşkerî darbeya aborî bû. Niha ew saziyên navdewletî dixwazin darbeyeke aborî pêk bînin li Tirkiyê. Turker balê dikişîne ser wê raporta ku hate rexnekirin û wiha dibêje: "Di raportê de tê gotin ku ew îmkana pêkanîna veberhênanê ya Tirkiyê gavekê bi paş de hatiye kişandin. Karsazên cîhanê jî li gorî bernameyên van saziyan veberhênan xwe dikin. Dema ku ew veberhênan li wan raportan binehêrin wê Tirkiyê kêm bibînin û nayên li vêderê veberhênanên xwe nakin.

Ji aliyê xwe ve Aborînas Turgay Turker jî wiha got:"Wê di ser aboriyê re li Tirkiyê bixin. Daxistina nota krêdiyê ya di warê veberhênan de, tê wê wateyê ku tê xwestin di qada navneteweyî ya aborî de Tirkiye li derveyî lîstikê bê hiştin. Di rewşeke wiha de welatekî ku lê veberhênan neyên kirin ew hêviya pêk hatina qeyranê bilintir dibe. Ev helwesta MOOD'Sê ji helwesta pêkanîna qeyrana aborî ye li Tirkiyê."

Dam û dezgehên giring ên aboriyê, bi taybetî jî Serokê MUSÎAD, TÎM û ÎTOyê jî li ser vê helwesta MOODY'Sê reaksiyonên tund nîşandan û rave kirin ku ev ne biryareke objektîf e, nirxandinên siyasî dihûndirîne, her dema ku Tirkiye li ber xwe dide ew der û dorên ku kontrola aboriya cîhanê dikin nota krêdiyê li hemberî Tirkiyê wek çekekê

bikartînin. Diyar e ev nîqaşa li ser raporta MOODY'Sê, di rojên pêş de li Tirkyê wê hê berdewam bikin.