Xaça Sor:Alîkarî giheştin 4 navçeyên Sûriyê

Xaça Sor da zanîn ku, 70 otombîlên barhilgir yên alîkariyan giheştin 4 navçeyên.

K24-Navenda Nûçeyan

ji şeş mehên borî de bo yekem car Xaça Sor ya Navdewletî alîkariyên mirovî digehîne çar navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê.

Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî ragehand ku, alîkariyên ku hatine şandin geheştine navçeyên Medaya, Zebedanî ku nêzîk paytext Şamê ne û ji aliyê rejîmê Sûriyê ve dorpêşkirîne ne,  herwiha alîkarî giheştin her du gundên Fûa û Keferiya ku ji aliyê opozîsyona parêzgeha Sûriyê ve li parêzgeha  Îdlibê dorpêçkirîne.

Xaça Sor da zanîn ku, 70 otombîlên barhilgir yên alîkariyan giheştin 4 navçeyên.

Bi sedema rewşa xirab û rewşa şer ku, ji meha Adara 2011ê ve destpê kiriye, nêzîk 350 hezar hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Nêzîkî 40 hezar kesan li bajarokê Medaya dijîn ev bû 6 meh bê alîkarî ne û ji aliyê rejîma Sûriyê, milîsên Îranî û Iraqî û çekdarên Hizbullaha Lûbnanê ve di bin dorpêçê de ne.

NY piştî armanckirina karwanê alîkariyan li bajarê Helebê ji aliyê firokeyên Rûsya û Sûriyê , di encam de 20 kesan jiyana xwe ji desta dabûn û zirar gihabû 18e barhilgiran, projeya alîkariya rawestandibû.