Pêşmergeyên Kurdistanê peyama hevsengeriyê ji mamosteyan re bi rê dikin
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yekîneyên 70 û 80 yê hêza Pêşmerge “Peyameke hevsengeriyê” ji mamosteyên Kurdistanê re şandin û destpêka sala nû ya xwedinê li wan pîroz kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yekîneyên 70 û 80 yê hêza Pêşmerge “Peyameke hevsengeriyê” ji mamosteyên Kurdistanê re şandin û destpêka sala nû ya xwedinê li wan pîroz kir.
Pêşmergeyên Kurdistanê di peyama xwe de amaje kirin ku, Pêşmerge bi çekê xwe û mamoste bi pênûsa xwe û bi çekê zanînê perwerdeya nifşên nû dikin.
Pêşmergeyên Kurdistanê di peyama xwe de gotin ku, hêza Pêşmerge amade ne mûçeyên Pêşmergeyên pilebilind kêm bikin û bidin mamosteyan.
Di peyama Pêşmergeyan de hat: “Bi pêwîstî dizanin ev hevsengeriya mamoste û Pêşmergeyan di destpêka sala xwendinê de bixine ber hizr û dîtina camewerê Kurdistanê û hemû aliyekî dilniya dikin ku, Pêşmerge û mamoste pêkve bi tomarkirina serweriyan heta bi dawiyê berdewam dibin.”