Cemîl: Tenê derfetek bo destpêkirina danûstandinan maye

Nûnerê “Grûpa Moskoyê” ya opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl dibêje, gera bê ya danûstandinên siyasî ya Sûriyê, derfeta dawî ya proseya siyasî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê “Grûpa Moskoyê” ya opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl dibêje, gera bê ya danûstandinên siyasî ya Sûriyê, derfeta dawî ya proseya siyasî ye.

Qedrî Cemîl ji ajansa “Interfax” ya Rûsî re ragihand, ti gerên din yên danûstandinan nikarin dest pê bikin, heger agirbest careke din dest pê neke, eger jî heye ku ev gera dawiyê ya proseya siyasî be.

Cemîl, Amerîka û welatên Rojava tuhmetbar dike, ku piştgîriya grûpên opozîsyonê yên agirbest binpê kirine, dike.

Herwiha Cemêl rexneyên tund li opozîsyona Riyazê girt û got: “herger bi vî awayî di siyaseta xwe de berdewam bibe, dê bibe wek basikeke siyasî ji Eniya El-Nusryê re.

Cemîl amaje kir ku, Desteya Danûstandina nêrîna xwe tenê li ser danûstandinan disepîne û daxwaz kir, şandeke berfereh ku tevahiya rengên opozîsyonê li xwe bigire, bê avakirin.