Li bakurê Sûriyê opozîsyonê 960 K.m çarkuşe kontirol kiriye
Bi piştevaniya Tirkiyê karî kontirol bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Sûriyê li bakurê wî welatî bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê dest daniye li ser 960 K.m çarkuşe.
Derbarê kontirolkirina navçeyan ji aliyê opozîsyona Sûriyê Serokerkanê Tirkiyê bo ajansa Anadol ragehand ku, di çarçoveya operasyona mertala Feratê çekdarên Opozîsyona Sûriyê karîn 960 K.m çarkoşe kontirol bikin.
Li gor hema jêderê ji destpêka operasyona Tirkiyê û heta niha Artêşa Tirkiyê 657 armanc bopobebaran kirine.
Di 24ê Tebaxa borî de Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona mertala Feratê kir, herwiha çekdarên opozîsyonê bi piştevaniya Tirkiyê pêşvediçin û serkeftinan tomar dikin.