Iraqê bersiva Tirkiyê da

"Ew dê weke dagîrker pêwendiyê ligel Tirkiyê bikin."

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid El-Hedîsî derbarê dirêjkirina operasyonên Tirkiyê li ser sînorê wî welatî bersiva Tirkiyê da û gor:"Em hêvîdarin pêwendiyên cîrantiyê me û Tirkiyê bighînin hev lê di rewşa hebûna hêzên Tirkiyê de li ser xaka me, em dê weke dagîrkerekê pêwendiyê li gel wê hêzê bikin."

Berî niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beşdariya Tirkiyê di operasyona Mûsilê redkirbû, diyar kirbû ku, ti hêzeke biyanî beşdarî azadkirina Mûsilê nabe.