Ebo Bekir El-Bexdadî bi xwarineke jehrkirî ket
Li ser sînorê Iraq û Sûriyê bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li ser sînorê Iraqê û Sûriyê her yek ji Serokê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir El-Bexdadî û 3ê serkirdeyên din bi xwarina jehrkirî nexweşketin û di bin çavdêriyekê de ew ber bi ciheke ne diyar ve birin.
Li gor hin jêderên navxweyî ji bajarê Mûsilê ragehandîn ku, Serokê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir El-Bexdadî û 3ê serkirdeyên din li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi xwarineke jehrkirî ketin ku, jehir ji wan re kiribûn nav xwarinê de.
Tê zanîn ku, ji 20 Îlonê ve tevleheviyek li bajarê Mûsilê çêbûye, wê tevlheviyê El-Bexdadî neçar kiribû ku, hevdîtinê bi welatiyên wî bajarî re li taxa El-Risale bike.