Li Dêrikê 2 edamên ENKSê hatin girtin

Dema xelik vedxwendin çalakiyekê hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Dêrikê du Endamên Encûmena Xwecihî ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtin.

Duh, êvarî dema ku, her yek ji Fûad Seîd Ibrahîm nûnerê tevgera Ciwanan di ENKSê de û Welêd Fehan Ferman Nûnerê Tevgera Çaksaziyê dawetnameyên çalakiyekê li bajarê Dêrikê belav dikirin ji aliyê Asayîşa wî bajarî ve hatin girtin.

Tê zanîn ku, di dema dawî yê de girtina çalakvan, endamên PDK-S û ENKS ji aliyê Asayîşa Rojava ve zêde bûye.