Mexmûr.. Emîrekî DAIŞê hate girtin
Berî bîstekê, li bilindahiyên gundê Giraw ya li eniya Mexmûrê Emîrekî DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyên Fewca 4 a Lîwaya 1ê Petrol ve hate girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî bîstekê, li bilindahiyên gundê Giraw ya li eniya Mexmûrê Emîrekî DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyên Fewca 4 a Lîwaya 1ê Petrol ve hate girtin.
Peyamnêrê K24ê li eniya Mexmûrê ragihand, bêhtir ji 250 kesên sivîl ku ji mêr, jin û zarokan pêk dihatin, xwe gihandibûn çeperên hêza Pêşmerge li bilindahiyên gundê Girawê.
Peyamnêrê K24ê got jî, ku Emîrekî DAIŞê jî xwe di nava wan kesan de veşartibû, lê hêza Pêşmerge karîne Emîrekî DAIŞê ji nava wê komê aşkere bike. Piştî desteserkirinê jî, ew Emîr radestî asayişa Mexmûrê hate kirin.
