Asayişa Dêrikê endamekî PDK-Sê digire
Asayişa Dêrikê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li ser rêbendekê girt.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Dêrikê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li ser rêbendekê girt.
Hat ragihandin ku, îro Asayişa Dêrikê endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Ebdî Şingê li ser xala kontrolê ya gundê Xana Serê girt.
Tê zanîn ku, duh danê êvarê her yek ji Nûnerê Tevgera Ciwanan di ENKSê de Fûad Seîd Ibrahîm û Nûnerê Tevgera Çaksaziyê Welêd Fehan Ferman li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayîşa wî bajarî ve hatin girtin.