DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji teqîna Hesekê re ragehand

Navê wî kesê xwe teqandî Ebo Berai El-Ensarî.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxstina DAIŞê di nûçeyeke xwe de li ser ajansa El-Amaq ragehand ku, endamekî wê bi navê Ebo Berai El-Ensarî bi kembereke bombekirî li Hesekê êrîşî komek ji çekdarên PKK  kir û xwe teqand, di nav wan de serkerde hen, di encam de 140 kuştî û birînda ketin.

Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan  ya bi navê  Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da. Di encamê de li gor desteya Tendirûstiyê 25 kes şehîd bûn û 80 birîndar bûn.

Di nava şehîdan de, Zave Zerdeşt Mistefa Fatimî, bavê Zêve Mistefa Hecî Şêxmûs Fatimî, Serkirdê Partiya Yekîtiya Kurd Behadîn Mistefa Fatimê, Roj Fatimê, Ebdilhekîm Fatimê, Ceger Beşar Emîn, Ronî Fatimê û Reşad Fatimê hatine naskirin.