Çar birîndarên teqîna Hesekê giheştin Dihokê
Birîna wan girane.
K24-Navenda Nûçeyan
Çar birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wan hatin veguheztin bo Herêma Kurdistanê û niha li Dihokê birîna wan tê çareserkirin.
Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan ya bi navê Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da. Di encamê de li gor desteya Tendirûstiyê 25 kes şehîd bûn û 80 birîndar bûn.
Ji aliyê xwe Rêxstina DAIŞê di nûçeyeke xwe de li ser ajansa El-Amaq ragehand ku, endamekî wê bi navê Ebo Berai El-Ensarî bi kembereke bombekirî li Hesekê êrîşî komek ji çekdarên PKK kir û xwe teqand, di nav wan de serkerde hen, di encam de 140 kuştî û birînda ketine.