Qedexeya derketina derve li Hêne û Pîranê hat rakirin
Qedexeya derketina derve piştî bidawîbûna operasyona Artêşa Tirkiyê hat.
K24-Navenda Nûçeyan
Qedexeya derketina derve ku li gundewarên Hêne û Pîranê hatibû ragehandin îro hat rakirin.
Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir, qedexeya derketina derve ku roja yekşemê li deh gundewarên navçeyên Diyarbekirê Pîran û Hêne hatibû ragehandin, îro hat rakirin.
Parêzgariyê da zanîn, li deverên qedexe hatibû ragehandin, bi armanca bêbandorkirina endam û hevkarên PKK'ê operasyon hatiye kirin.