Zanyariyên dawî derbarê teqîna Hesekê

Sê Ton derman ji Herêma Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve çûn.

K24-Qamişlo

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, hejmara şehîdên teqîna Hesekê giheştine 45 kesan û 93 kesên di jî birîndarbûne.

Li gor peyamnêrê K24ê nebûna dermanan û pêdewistiyên pizîşkî dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan asteng dike, ji aliyê xwe Herêma Kurdistanê 3ê ton derman veguhezte Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha da zanîn ku, aliyên pêwendîdar hejmara rastî ya şehîd û birîndaran aşkere nakin, lê li gor Desteya Tendirûstiyê hejmara şehîdan giheştiye 39 kesan.  

Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan  ya bi navê  Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da.