Birîndarekî teqîna Hesekê li Dihokê canê xwe ji dest da
Çar birîndar hatibûn veguheztin bo bajarê Dihokê.
K24-Dihok
Yek ji wan her çar birîndarên ku, di teqîna bajarê Hesekê de birîndarbûbûn û hatibûn veguheztin bo bajarê Dihokê canê xwe ji dest da, ew birîndarê canê xwe ji dest dayî zarok bû.
Li gor peyamnêrê K24ê li bajarê Dihokê yek ji wan her çar birîndarên ku, di teqîna bajarê Hesekê de birîndarbûbûn û hatibûn veguheztin bo bajarê Dihokê canê xwe ji dest da.
Tê zanîn ku, Çar birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wan hatin veguheztin bo Herêma Kurdistanê û li Dihokê birîna wan tê çareserkirin.
Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan ya bi navê Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da. Di encamê de li gor desteya Tendirûstiyê 25 kes şehîd bûn û 80 birîndar bûn.
DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji teqînê re ragehandibû.