Derbendî:Em amade ne Tîmên pizîşkî bişînin Rojavayê Kurdistanê
Şevê din teqîneke xwekujî li bajarê Hesekê rûda.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsê doseya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr.Hemîd Derbendî ragehand ku, li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê alîkariyên pizîşkî şevê din hatin veguheztin bo Rojava, da zanîn ku, ew amade ne tîmên bizîşkî jî bişînin.
Derbarê şandina alîkariyên pizîşkî bo Rojavayê Kurdistanê Berpirsê doseya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr.Hemîd Derbendî di beyanameyekê de wiha got:"Li ser biryar û daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şevê din derman û alîkariyên pizîşkî hatin şandin bo xwîşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê."
Derbendî da zanîn ku, çar birîndar hatine nexweşxaneya Dihokê niha madekarî tên kirin ku, hin alîkariyên din jî werin rêkrin.
Herwiha Berpirsê doseya Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser alîkarî û xemxwariya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir û da zanîn ku, ew her dem amade ne bihewara xelkê xwe yên Rojava ve herin di her rûdanekê de.